Bi dehan belge li ser xebatên îstixbarata Îranê li Iraqê ketin dest!

Bi dehan belge li ser xebatên sîxurîyê yên Îranê li Iraqê hatin deşîfrekirin.

Navenda Nûçeyan- Malpera bi navê “intercept” û rojnameya New York Times, di xebateka hevbeş de derdora 700 rûpel belge û dîyalogên veşartî yên dezgeha îstixbarata Îranê li ser hewlên Îranê bo zeftkirina Iraqê bi dest xistin û deşîfre kirin.

Wan dezgehên medyayî dane zanîn ku çavkanîyên ku ew belge dane wan, nexwastine navê wan bê eşkerekirin.

Li gorî naveroka wan belgeyan, di wan belgeyan de behsa xebatên hêza Quds ya sipaha pasdarên Îranê bi fermandehîya Qasim Suleymanî û dezgeha îstixbarata Îranê li dijî Amerîka, di navbera salên 2013-2015 de,tê kirin.

Malpera intercept daye zanîn, dê di rojên bê de agahîyên zêdetir li ser naveroka wan belgeyan eşkere bikin.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist