Li Qada Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê, amadekariyên sereke ji bo pêşwazîkirina weşanxane û kompaniyên beşdarber bi dawî dibin. Xula 18emîn a Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê di bin çavdêrî û serpereştiya Serok Mesûd Barzanî de, dê ji 21ê heta 31ê vê Cotmehê berdewam bike.
Serperiştiyarê amadekariyên pêşangehê Mihemed Dawûd, di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand: "Nêzîkî 400 çapxane û weşanxane ji 18 welatên erebî û cîhanî tevlî vê xulê bûne. Pêşangeh îsal di bin dirûşma 'Ez Kurdistanî me' tê lidarxistin. Ji bilî pêşkêşkirin û firotina pirtûkan, dê hejmareke berbiçav ji çalakiyên rewşenbîrî, semîner, hevdîtin û guftûgoyên wêjeyî û çandî jî birêve biçin."
Dawûd herwiha da zanîn ku ji bo hezkiriyên xwendinê û xelkê Herêma Kurdistanê, di dema pêşangehê de erzanî û daxistinên taybet li ser buhayê pirtûkan dê hebin daku pirtûk bi hêsanî bigihîjin destê xwendevanan.
Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê salane wekî yek ji mezintirîn û girîngtirîn bûyerên çandî li Herêma Kurdistanê û Iraqê tê hejmartin, ku bi hezaran hezkiriyên pirtûk û rewşenbîran ji hemû deveran dikişîne paytexta Herêma Kurdistanê.