Bexda: Peymanên Herêma Kurdistanê yên di warê enerjiyê de betal in

.

 Wezareta Petrolê ya Îraqê diyar kir ku peymanên kompanyayên Amerîka û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê betal in û ew wan peymanan nas nake.

Wezareta Petrolê ya Îraqê li ser peymanên enerjiyên yên 2 kompanyayên Amerîka û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Petrolê ya Îraqê got, "Em rêkarên taybet bi peymanên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ya ji bo hilberînên li Kêlgeha Mîran û Kêlgeha Topxane-Kurdemîrê yên li parêzgeha Silêmaniyê red dikin."

Wezareta Petrolê ya Îraqê her wiha got, "Tevî pêwîstiyan ji bo geşkirina qebareya hilberîna gazê û tijîkirina pêwîstiyên navxweyî ji bo stasyonên karebayê lê ew rêkarên ku Herêma Kurdistanê wergirtine bi eşkere dijî yasayên Îraqê ne.

Çavkaniya petrolê milkê hemû nifşên gelê Îraqê ye û her hilberîneke di wê çavkaniyê de pêk were divê bi rêya Hikûmeta Federal re be."

Her wiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku li gorî destûra Îraqê û biryarên Dadgeha Federal a Îraqê ew peyman pûç û betal in.

Mesrûr Barzanî serperiştiya îmzekirina peymanan kir

Bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, doh li Washingtona paytexta Amerîkayê di warê enerjiyê de di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û 2 kompanyayên mezin ên Amerîkayê 2 peymanên petrolê hatin îmzekirin.

Kompanyayên petrolê, HKN Energy û Western Zagros bi awayên cuda du peymanên mezin û girîng di warê pêşxistina sektora petrolê ya Herêma Kurdistanê de li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kirin. 

Her du kompanyayên HKN Energy û Western Zagros ji berê ve karê wan li Herêma Kurdistanê heye û li kêlgehên petrol û gazê yên Herêma Kurdistanê kar dikin.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yên Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed diyar kir ku bi 2 kompanyayên Amerîkayê re 2 peymanên enerjiyê hatine îmzekirin ku bihayê wan zêdetirî 100 milyar dolar e.

Siyaset Haberleri

Wezîrê Karên Navxwe li ser pêvajoya danîna çekan a PKKyê daxuyanî da
Kaja Kallas: Ji bo aramiya Sûriyeyê divê em cezayan rakin
Qamişlo: Komxebata Yekitiya Kurdî hat lidarxistin
Aras Celal: 800 Kurdên Êzidî di girtîgehên Îdlibê de ne
Kemal Mihemed: Bi kompanyayên Amerîkayê re bi bihayê zêdetirî 100 milyar dolarî peyman hatin îmzekirin 11 demjimêr berê