Beşar Caferî: Li bakurê Sûrîyê proseyeke Tirkkirinê birêve diçe

Nûnerê Sûrîyê li NYê, Beşar Caferî got ku Tirkîye li Rojavayê Kurdistanê proseya Tirkkirina navçeyê birêve dibe û ev yek gef û metirsî ye.

Navenda Nûçeyan- Nûnerê Sûrîyê li Netewên Yekgirtî (NY) Beşar Caferî ku di hamn demê de serokê şanda hikûmeta Sûrîyê ye li civînên li Nur Sultana paytexta Kazaxistanê derbarê êrişên Tirkîyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û herwiha helwest û polîtîkayên wî welatî got ku Tirkîye ew êrişa Tirkîyê rê li ber Tirkkirina herêmê vekirîye.

Beşar Caferî amaje bi hebûna alên Tirkîyê, vekirina dibistanan, danîna qeymeqaman ji alîyê Tirkîyê ve kir û got ku Tirkîye li Rojavayê Kurdistanê proseyeke Tirkkirinê birêve dibe. Caferî dîyar kir, “Li Sûrîyê, li bakurê welat proseyeke Tirkkirinê heye. Me ev di civînên li Astanayê jî anî rojevê. Ji ber ku alên Tirkî tên bilindkirin, navên xwe li dibistanan dikin, Tirk tên danîn li ser postên pilebilind û proseyê bi binpêkirina hiqûqa navdewletî diguherin.”

Serokê şanda hikûmeta Sûrîyê li Nur Sultanê, got, “Hemû kiryarên din ên Tirkîyê li bakurê Sûrîyê ku nîyeta wê ya xerab nîşan didin, bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Me gef û metirsîyên ji ber çalakî û kiryarên Tirkîyê, dizîna berhemên dîrokî, vegot. Me ev tişt li New Yorkê  jî û li UNESCOyê anîn ziman.”

Gera 14an a civînên li Nur Sultanê ku Rûsya, Îran û Tirkîye weke garantorên Sûrîyê cih tê de digirin, rojên 10-11ê vê mehê birêve çûbû.

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Şer bandorê li Sûriyeyê jî dike, 5 mirî hene
Senator Feraud: Pêwîst e Kurd di paşeroja Îranê de li ber çavan bên girtin
Bi mûşek û dronan êrişî Kampa Azadiya hat kirin
Hilbijartina rêberê nû yê Îranê gihişt kîjan qonaxê?
Zalmey Xelîlzad: Divê Kurd agahdar bin, dibe ku ev derfet careke din neyê