Berpirsên PDKyê û YNKyê tekez li ser asayîkirina peywendîyan dikin

Berpirsên Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) tekezî li asayîkirina peywendîyên di navbera xwe de dikin.

Navenda Nûçeyan - Di evî bwarî de, Cemal Tahîr, endamê serkirdatîya YNKyê dibêje: Me biryar da ye, alozîyên ligel PDKyê nehêlin û rêkeftin a ligel PDK nû bikin.

Di beranber de, Hesen Cebarî, kargêrê liqa 4 a PDKyê dibêje, beşek ji wan alozîyên tên behs kirin, ku di navbera Partî û Yekîtî de hene, zêdetir li medîya û sosyal medya de, hatine mezin kirin.

Ev piştî wê yekê hatîye, roja Dûşembîya bûrî, Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê li gel Berhem Salih, serokê komarê Îraqê civîya û herdû alîyan tekez li ser pêwîstîya çareserkirina kirîzan û nakokîyên kirin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist