Berpirsekî kurd: Li Kerkûkê bi hezaran donim zevîyên kurdan dane ereban!

Berpirsekî kurd li Kerkûkê ragihand, bi hezaran donim erd û zevîyên kurdan ji destê wan hatine derxistin û li ser navê ereban hatine tapokirin!

Navenda Nûçeyan- Berpirsê liqa 3 ya PDKê li Kerkûkê, Mihemed Xurşîd ji BasNewsê re got, ew erebên ku di dema rêjîma Beis ya Iraqê de li Kerkûk û deverên Kurdistanî hatine bicîhkirin, li dadgehê gilî li cotkarên kurd yên devera Pelkane ya bajarokê Dûbiz kirine û ji dadgehê re gotine qaşo ew erd û zevî yên wan in!

Mihemed Xurşîd her wiha got, dadgehê jî gilîyên wan pesend kirîye û ferman daye erd û zevîyên kurdan li ser navê ereban bên tapokirin!

Wî berpirsê PDKê da zanîn, dadgehê ew ferman li ser bingeha fermanên “encumena serkirdetîya şoreşê” ya rêjîma Beis ya Iraqê daye û got, ew qanûn niha jî li dijî kurdan tê bikaranîn!

Bi gotina wî berpirsê kurd, armanc û qesta wan karan ew e ku demografîya Kerkûkê û deverên Kurdistanî biguherînin û kurdan ji wan deran derxînin!

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist