Berpirsekî îdarî ji Efrînê re hat destnîşankirin

.

 Hikûmeta Sûriyeyê ya nû berpirsekî îdarî ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê re destnîşan kir.

Parêzgariya Helebê li rûpela xwe ya “Facebook” belav kir, Mesûd Mihemed Salih Betal weke berpirsê îdarî ji herêma Efrînê re hatiye destnîşankirin.

Da zanîn jî, Mesûd Mihemed Salih Betal kurdekî bajarê Qamişlo ye, jideyîkbûyê sala 1991ê ye û derçûyê kolêja cengî ye.

Herwiha ew endamê komîteya danûstandinan a bi HSD re bû, ku ji aliyê Serokê Qonaxa Veguhês a SûriyEYê Ehmed Şera ve hatibû erkdarkirin.

Mesûd Betal pêştir hejmarek postên îdarî û ewlekarî di Hikûmeta Rizgariyê li Idlibê de wergirtibûn.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê