Bernard Kouchner: Ez bi herêma Kurdistanê ecêb dimînim

Wezîrê berê yê Fransayê Bernard Kouchner ragehand, ew berdewam bi herêma Kurdistanê ecêb dimîne û amaje bi xalên erênî yên herêmê û civaka Kurdistanê kir.

Navenda Nûçeyan- Wezîrê berê yê Fransayê Bernard Kouchner ragehand, ew berdewam bi herêma Kurdistanê ecêb dimîne û amaje bi xalên erênî yên herêmê û civaka Kurdistanê kir.

Îro 19.11.2019ê Wezîrê berê yê Fransayê Bernard Kouchner beşdarî panela Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn a li zankoya Amerîkî ya Duhokê bû û ragehand: ‘’Ez sala 1974ê hatime vê herêmê û hemû demekî ez ecêb mame ji herêma Kurdistanê û her demkî jî min behsa aştîyê kirîye.’’

Herwaha got, gelek zihmete behsa aştîyê û seqamgirîyê bikî û bi taybet li navenda cîhekî ku tejî lê krîz heye, lê ‘’Pêwîste ez pîrozbahîyê li we bikim. Ji ber naha ez li Duhokê û zankoya Kurdistan – Amerîka ya Duhokê de me û gelek kes li hemû welatan ve we vexwandîye bo vê dîdarê, li gor nêrîna min ev serkeftineke mezin e.’’

Kouchner dibêje, li Kurdistanê xelk ber bi pêşerojekî pozîtif ve gav davêjin. Lê ‘’Derbarê Ewrupa de ev yek pir zehmet e û fikra Yekitîya Ewrupayê li gor xelkê vê deverê ku wek xewnekî dibînin, bi taybet çend salên borî de rastî gelek krîzan hatine û li gel yek yekgirtî nebûn û ev jî bû sedemê nakokî, bi taybet jî di pirsên germ de wisa.’’

Bernard Kouchner got: ‘’Her demekî Fransa li navçeyê û bi taybet jî li Kurdistanê aktorekî giring bûye û her demekî jî Fransîyan wê pirsê ji min dikin ku dibêjin tu li Kurdistanê nêzîkî û rewşa rast a kurdistanê çawa ye? lê bersiva vê pirsê zihmete. Ji ber bêguman teqez kirina seqamgirî û aştîyê li her welatekî kevirê bingehîne û em hemû yeknêrîn in, li ser wê yekê ku gendelî nayê qebûl kirin, lê her cîhekî jî heye.’’

Çavkanî: Basnews

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist