Bernameya vegerandina nav civakê ya jin û zarokên DAIŞê hate destpêkirin

.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, ji bo jin û zarokên DAIŞê yên Kampa Holê bernameya vedigerandina wan a nav civakê da destpêkirin.

Endama Hevserokatiya Navenda Çavdêriya Civakî ya Rêveberiya Xweser Neîme Mihemed li ser bernameya vegerandina zarok û jinan a nav civakî got: “Piştî vebûna Navenda Çavdêriya Civakî ya Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser me rewşa jinên ku ji Kampa Holê hatine derxistin nirxand û tevî Bernameya Xizmetguzariyan a Amerîkayê dest bi vê projeyê kir.”

Hate diyarkirin ku di çarçoveya kampanyaya (Hûn Di Nav Kesûkarên Xwe De Ne) pêdiviyên xwendinê li zarokên ji Kampa Holê derketine re tê belavkirin ku hejmara wan 380 zarok in.

Armanca vê kampanyayê vegerandina zarokan a li nav dibistanên Rêveberiya Xweser e û û ji aliyê aborî ve jî piştgiriya zarokên bêmalxwê tê kirin.

Ji 2019an ve 9 hezar jin û zarokên DAIŞê yên Sûriyeyî ji kampên Rêveberiya Xweser hatine derxistin ku 4 hezar zarok ji wan xelkê Reqayê ne. Rêveberiya Xweser bi vê projeyê dixwaze zarok û jinên DAIŞê vegerînê nava civakê.

Kurdistan Haberleri

Piştî lûtkeya NATOyê, biryar li ser çekdanîna PKKê tê dayîn
Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe
CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
HRANA: Îranê vê mehê 127 kes îdam kirin