Berhemên Herêma Kurdistanê li Japonyayê hatin nişandan

Cotyarê kurd ê bi navê Azad Mihemed beşdarî festîvala cotkariyê ya Japonya bû. Cotkarê kurd li gel hinara bi navûdeng a Helebçeyê gelek berhemên xwemalî yên herêma Kurdistanê li gel xwe bir û di festîvalê da nimyayiş kir.

Cotyarê kurd ê bi navê Azad Mihemed beşdarî festîvala cotkariyê ya Japonya bû. Cotkarê kurd ligel hinara bi navûdeng a Helebçeyê gelek berhemên xwemalî yên Herêma Kurdistanê ligel xwe bir û di festîvalê da nimyayiş kir.

Cotyarê kurd ê ji herêma Helebçeya Herêma Kurdistanê Azad Mihemed da zanîn ku piştî Balyozê Japonya li Iraqê serdana Helebçeyî kiribû wî ji Balyozê Japonya li Iraqê ra gotibû ku divê ew berhemên Herêma Kurdistanê û Iraqê li Japonyayê bide nasandin û li ser wê daxwaza wî ew bo festîvala cotkariyê ya Japonyayê hatiye vexwendin.

Herwiha Azad Mihemed da zanîn ku wî çend berhemên xwemalî yên Herêma Kurdistanê jî ligel xwe birine Japonyayê bi wê armancê wî berhemên xwemelî yên Kurdistanê li Japonyayê nasandiye ku di nava wan hinarên Helebçeyê û gelek berhemên din jî hebûne.

Azad Mihemed di wê baweriyê da ye serdana wî wê tesîreka mezin li peywendiyên cotkariyê yên Japonyayê û Herêma Kurdistanê û Iraqê da bike. Herwiha wê Japonya alîkariya zêdetir di warê cotkariyê da bide Herêma Kurdistanê û Iraqê û wê Japonya bixwaze berhemên Herêma Kurdistanê ji nêz va nas bike.

Siyaset Haberleri

IHR: Li Îranê îsal 511 kes hatine îdamkirin
Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê li ser zimanê Kurdî biryareke nû da
Îbrahîm Olabî: Mafên Kurdan hatine garantîkirin
Mezlûm Ebdî bû şêwirmendê Ehmed Şer
Tirkiye: Deriyê Qamişlo-Nisêbînê li aliyê me ji bo vekirinê amade ye