Berhemeke nû bi 6 zimanên pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê

.

Girêdayî roja jidayikbûna Îsa Mesîh û pêkvejiyana li Rojavayê Kurdistanê, bi navê Awazên Jibîrbûyî berhemeke bi 6 zimanan hat belavkirin.

Hunergeha Welat a li Rojavayê Kurdistanê, bi navê Awazên Jibîrbûyî berehemeke nû ji stran û folklora 6 pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser belav kir.

Stranên ku di klîpa Awazên Jibîrbûyî de cih digrin, bi 6 zimanên pêkhateyên navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser in û bi zimanên: Kurdî, Erebî, Suryanî, Çerkesî, Tirkî û Ermenî ne, yanî çanda 6 ol û neteweyan tê de beşdar e.

Klîpa Awazên Jibîrbûyî ji amedekirina herdu hunermendên Kurd Bêkes Darî û Delîl Mîrsaz e û dîmenên wê li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê li parêzgeha Reqayê ya Sûriyê hatine tomarkirin ku di serdema DAIŞê de, ew navend hatibû xerabkirin û herwiha beşek ji folklora Herêma Efrînê jî di nava wê berhema hunerî de ye.

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin