Berhema Suphiye Bulutê ‘Ey Ez’ ji Weşanên DOZê derket

.

Berhema nivîskar û helbestvana Kurd Supiye Bulutê ya bi navê “Ey Ez” ji aliyê Weşanên DOZê ve hat çapkirin.

Ev berhem ji desteyek helbestên Supiye Bulutê pêk tê.

Pirtûka “Ey Ez”  112 rûpel in û wêneyê bergê pirtûkê jî ji aliyê wênesazê Kurd Fewzî Bîlge ve hatiye xêzkirin.

Suphiye Bulut, bixwe ji navçeya Dêrîka Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye.

Mijarên helbestên wê jî zêdetir, hezkirin û bêrîkirina welat, evîn, qiseyên xwe bi xwe re û bi jinên Kurd û Kurdistanê ve girêdayî ne.

Helbesta bergê paşî ya berhemê bi vî awayî ye:

Roja nifteya hêviyên min
Avêtin behra bê binî
Pêlên hêsirên çavên min
Ez berdam nav pêlên reş
Min ji mexlûqên behrê pirsî
Ka mifteya dilê min li ku ye?
Gotin masî daqurtand
Min go gelo ev masî li ku ye?
Gotin bi çengelê masîgirekî ve
Hatiye girtin û çûye

Hûn dikarin bi rêya lînka li jêrê xwe bigihînin berhemê:

https://www.dozyayinlari.com/detail/825-ey-ez

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin