Berhem Salih hewl dide bê helbijartin bibe serokê YNKê

Endamê encûmena giştî ya rêveberîya YNKê Berhem Salih li bendê ye bê helbijartin bibe serokê partîye û berpirsekî YNKê jî aşkera dike, eger proseya dengdanê birêve biçe Berhem Salih dê xwe ji namzed kirinê vekêşe.

Navenda Nûçeyan- Li gor zanyarîyên berpirsekî YNKê yê nêzîk Berhem Salih ji BasNewsê re ragehandîye, endamê encûmena giştî yê rêveberîya YNKê Berhem Salih, kar li ser wê yekê dike ku baskên cuda yên partîyê razî bike, di jor de derveyî helbijartinê bibe serokê YNKê.

Herwaha dîyar kir, eger ti namzedekî peywira serokê YNKê nebe, wê demê Berhem Salih dê bibe namzed, lê eger namzedên din hebin û bi dengdan serokê YNKê bê helbijartin, wê demê dê xwe ji namzedîyê bikşîne.

Berî naha cîgirê berpirsê malbenda YNKê yê Duhokê Elî Oremarî ji BasNewsê re ragehandibû, zanyarî hene ku Lahor Cengî bo serokatîya YNKê dê bibe namzed. Piştre jî rojnamevanê nêzîk Mela Bextîyar, Sertîp Weysî jî aşkera kir li gel Lahor Cengî, herwaha Pavil Talabanî jî dê bibe namzedê serokê YNKê.

Li gor zanyarîyên BasNewsê Berhem Salih bi beşdar kirina Lahor Cengî ya forma aborî ya Davosê li Swîsrê ve û piranîya rûniştinên li gel serokên welatan de wek yek ji endamê şandeya Iraqê (Bê ku ti pêgehekî wî ya fermî li Iraqê hebe) beşdar kir, hewl da ku piştevanîya Lahor Cengî bidest bîne.

 

 

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin