Berhem Salih êrîşa hêzên hevpeyman a li ser Heşdî Şeibî şermezar kir

Serokkomarê Iraqê êrîşa şeva borî ya hêzên hevpeyman bo ser binkeyên Heşdî Şeibî şermezar kir.

Navenda Nûçeyan - Serokkomarê Iraqê Berhem Salih êrîşa şeva borî ya hêzên hevpeyman wek ‘’bombebarana bîyanîyan’’ pênase kir û dibêje ev binpêkirina rûmeta niştimanîya Iraqê ye.

Serokkomarê Iraqê beyanameyekî de ragehand: ‘’Em teqez dikin ku pêwîste rewşa asayîşê bi rêya piştevanîya hikûmeta Iraqê bê çareser kirin, ku bikare yasayan teqez bike desthilat û serwerîya welat biparêze, rê li wê yekê bigre ku axa Iraqê bibe qada şerê rikberîyê.’’

Herwaha got, binpêkirinên berdewam dê bibin sedemê lewaz kirina bername û metirsîdarîya şîyanên dewleta Iraqê û rûmeta wê.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist