Berfê Amed spî kir

.

Li Amedê berfa ku di saetên şevê de bariya, bajêr spî kir.

Li Amedê, berfa ku di saetên serê sibê de bariya,  bajêr bi rengê spî xemiland. Tê payîn ku barîna berfê wê heta êvarê bidome. Miduriyeta Heremê ya 15’emîn a Meteorolojiyê ji bo Amed û bajarên derdora wê, bakûrê Mêrdîn, Riha, Sêrt, Batman, Çewlik û derdorê wê yê bakûr hişyariya barîna berfa zêde kir.

Meteorolojiyê li gel barîna berfa zêde, li dijî qerese û cemedgirtinê jî hişyarî kir. Barîna berfê ya li bajêr li hin cihan 10 santîmetreyan derbas bû.

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin