Berdevkê PCSyê hat berdan: Bi hinceta PKKyê hatibû girtin

.

Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) Ferîd Azad û endamê platformê yên ku bi hinceta PKKyê hatibûn girtin, hat berdan.

Polîsan 9ê Tebaxê bi ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) ya li Amedê û malên çend endamên wan de girtibûn.

Di encamê de berdevkê PCSyê Ferîd Azad û 3 endamên platformê hatibûn desteserkirin.

PCSyê 11ê Tebaxê di daxuyaniya xwe de ragihandibû kû Dadgeha Mêrsînê bi hinceta "endamtiya PKK û KCKyê" biryara girtina Ferîd Azad û Behced Çîftçî daye.

Doza ku Azad û Çîftçî tê de dihatin darizandin îro li Mêrsînê hat dîtin.

PCSyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Ferîd Azad û Behced Çîftçî hatine berdan.

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye