Berdevkê hikûmetê: Ewên ji projeyasaya çaksazîyê zerer dibînin dixwazin giringîya wê kêm nîşan bidin

Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand, ewên projeyasaya çaksazîyê li mûçe, hebûn û malnişînî de zerer dibînin, hewl didin giringîya projeyasayê kêm bikin.

Navenda Nûçeyan- Di civîneke çapemenîyê de îro 16.01.2020ê de berdevkê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil ragehand: ‘’Hikûmetê biryar daye û di proseya çaksazîyê berdewam e û projeyasaya çaksazîyê yekem pêngave.’’

Herwaha aşkera kir, di çend rojên borî de hin kesan hewldan giringîya projeyasayê kêm bikin, an jî ji rê derbixin ku ew bixwe zerer nebînin û ew yasa dernekeve, lê me wek hikûmet paş de gav neavêtin.

Herwaha dîyar kir: ‘’Armanca me ne ew e tenê pare bo xezîneya giştî wegerînin, ji ber em dixwazin dadperwerî bidest bicîh bikin.’’

Derbarê kesûkarên şehîdan de jî Cotyar Adil got: ‘’Em malbatên şehîdan piştrast dikin û zîndanîyên sîyasî piştrast dikin, bi ti awayek destkarîyê li mûçeyên wan nakin. Em mûçeyan rêkdixin. Lê ewên ku bi navê zîndanîyê sîyasî mûçe werdigrin û bi ti awayekî nehatine girtin dê mûçeyên wan bê hilweşandin.’’

Herwaha ji alîyê xwe ve sekreterê encûmena wezîran Amanc Rehîm jî di civîna çapemenîyê de ragehand, yasayên taybet derbarê mûçe û îmtîyazên kesûkarên şehîdan, piştî derketina projeyasaya çaksazîyê her dê wek xwe dê bên cîbicîh kirin û hemû warîs ango kesûkarên şehîdan heta jîyana bikin dê mûçeyên wan bên dayîn. Tenê zîndanîyên sîyasî yên ku fermanberin, ew dê heta 10 salan mûçe wergirin.

 

 

Siyaset Haberleri

Birget Olsen: Bi hewlên Serok Barzanî, Kurdistan rêzlêgirtî ye
Rojhilat | Malbata girtiyê Kurd bi belgeya mirinê ji îdama kurê xwe haydar bû
ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî