Ber bi cejnê ve eleqeya bo qedayifê ya şîraniya Kurdan zehftir dibe

Qedayif.. Şîraniya navdar a Kurdan. Di rojên wek eyd û cejnan de zêdetir tê çêkirin û xwarin. Remzî Boruyê xelkê Çewligê (Bingolê) ye ku koçî Stenbolê kiriye û li xeribiyê jî ev 34 sal in karê bav û kalê xwe berdewam dike.

Qedayif.. Şîraniya navdar a Kurdan. Di rojên wek eyd û cejnan de zêdetir tê çêkirin û xwarin

Remzî Boruyê xelkê Çewligê (Bingolê) ye ku koçî Stenbolê kiriye û li xeribiyê jî ev 34 sal in karê bav û kalê xwe berdewam dike. Hosteyê Kurd pêşî piçek nivîşk li ser sîniyekê belav dike dûv re li qedayifa ku bi destê xwe vedike fistiq û gûz lê dike paşê dipêçîne û bi rêk û pêk li ser sîniyê bi cîh dike.

Remzî Boru- hosteyê Qedayif ,dibêje: Ev karê qedayîfê yê herêma Diyarbekirê ye. Di zemanên berê de pêşî civata Ermen li Diyarbekirê dest bi çêkirina qedayîfê dikin û dûv re Kurd ji Ermenan hîn dibin û niha bi destê Kurdan ev kar berdewam dike.

Piştî bidawîbûna hin amadehiyên pêş, sîniyên qedayif lê ne bi qasî nîv saet tê pijandin û dûv re bo xwarinê şîraniyek bi tehm bo xwarinê amade dibe.

Remzî Boru-hosteyê Qedayif, dibêje: Ji bo çêkirina qedayifê ard, şîr, fistiq, gûz û rûn (nivîşk be baştir dibe) tê bikaranîn. Kelûpelên tên bikaranîn divê baş bin bi kalîte bin da ku qedayifa tê çêkirin baştir bibe. Rengê wê jî çiqas sor be ewqas tehmtir dibe.

Ber bi nêzîkbûna Cejna Remezanê eleqeya bo şiraniyan jî zêdetir dibe.

Yunus Boru- Qedayiffiroş, dibêje: Di nav şîraniyan de zêdetir qedayif tê xwarin. Çimkî qedayif li gor şîraniyên din siviktir e zêde rûn tê da nîn e. Dema cejnê em rojane hezar û 500 kîlo qedayif difiroşin.

Ev kar û barên li bajarên Kurdan dest pê kiriye, niha li metropolên Tirkiyê jî bi destê Kurdan pêl bi pêl belav dibe.

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be