Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî

.

 Parêzgarê Hurmuzganê Mihemed Aşûrî eşkere kir ku hejmara miriyên teqîna Bendera Şehîd Recaiyê gihiştiye 70 kesî.

Li gorî agahiyên Parêzgarê Hurmuzganê Mihemed Aşûrî, heta niha 70 kes ji ber teqîna Bendera Recaiyê ya li bajarê Bendar Ebasê mirine û zêdetirî 1000 kesî jî birîndar bûne.

26ê mehê li li Bendera Şehîd Recayiyê ya Bender Ebasê teqîneke mezin çêbû û piştî wê agirekî mezin li benderê, derket ku heta niha jî berdewam e û nehatiye kontrolkirin.

Sedema bûyerê ne zelal e

Îranê hîn sedema bûyera Bendera Recaiyê eşkere nekiriye û ne diyar e ka sedema girtin û teqîna agir çi ye.

Wezareta Parastinê ya Îranê jî dibêje, di dema bûyerê de ti kel û pelên leşkerî li Bendera Şehîd Recayî nehatine hawirde yan hinartin.

Parêzgarê Hurmuzganê li ser rewşa dawî ya benderê daxuyaniyek belav kir û got: "Piştî ku agirê mezin hat kêmkirin û kontrolkirin, xebatên alîkarî û rizgarkirinê berdewam kirin.

Di heman demê de bi hewlên tîmên agirvemirandinê re, gavên cidî ji bo birêvebirina qeyranê û veguhestina konteyneran hatin avêtin."

Li gorî gotina Mihemed Aşûrî paqijkirin û asayîbûna rewşê dibe ku di nav çend hefteyan de pêk were.

Li aliyê din,  doh li Îlamê mirina 3 welatiyên Kurd ên bi navên Cebar Derwîşniya, Eyûb Hewas Elî û Ebdulrehman Pîrheyatî jî di vê bûyerê de hatibû ragihandin.

2 ciwanên din yên Kurd ên ji Îlamê ku li Bendera Şehîd Recaiyê dixebitîn bêserûşûn in.

Li gorî zaniyariyên ku hatine belavkirin, di nav birîndaran de jî hejmarek hemwelatiyên Rojhilatê Kurdistanê hene.

Siyaset Haberleri

Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe
Li Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên Îtlaet û Pasdaran hatin bombebarankirin
Serokê Alman armanca êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo cibicêkirina 3 xala ragihand