Belgeyekî dîrokî…Iraq jî qebûl dike Kerkûk Kurdistanî ye

Li gor belgeyekî dîrokî, hikûmeta Iraqê di pejirîne û qebûl dike ku bajarê Kerkûkê Kurdistanî ye.

Navenda Nûçeyan- Di sala 1924ê nivîskarekî bi navê Haşim Seidî pirtûkek bi navnîşan Erdnîgarîya nû ya Iraqê nivîsandîye û wezareta Meiarif a Şahane ya Iraqê (Wezareta Perwerdê) jî biryar daye wek dersekî li dibistanên navendî û xaneyên pêgehandina mamostayan de ew pirtûk bê xwandin.

Pirtûka ku li weşanxaneya Darulselam a Bexdayê hatîye çap kirin de, Haşim Seidî nivîsandîye hejmara rûniştvanên Kerkûkê 19 hezar kes e û piranîya xelkê wê jî kurd in û beşek ereb û tirkmen jî li bajar hene.

Li gor heman nivîskar behs kirîye, ji ber hebûna leşkerên artêşa Osmanîyan li bajar nêzîkî 500 salan piranîya xelkê Kerkûkê tirkmenî dizanin.

Heman belge li tora civakî ya dîrokî ya bajarê Kerkûkê de jî hatin belav kirin.

Çavkanî û wêne: Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin