Amadekar: Mihemedsalih Qadirî
*Nepenî*
21’ê nîsana 1959’an
Mijar: Komkirina zanyariyan li ser rewşa Kurdistanê
Pirsgirêk: Diyarkirina qebare û girîngiya çalakiyên Yekîtiya Sovyetê û Iraqê derbarê kurdan de.
Paşxan: Vegera Barzanî; çalakiyên Partiya Komunîst a Iraqê di nava kurdên Iraqê de; nûçeya şandina wan kurdên ku vegeriyane Hewlêrê, li ser rêya gihîştina bi Mehabadê (navenda «Komara Kurdistanê» ya di 1945’an de); nûçeyên piştrastnekirî li ser qaçaxçîtiya çekan ji aliyê Sovyetê ve bo Îranê, li nêzîkî Makû û Culfa; nûçeyên piştrastnekirî li ser hebûna hejmareke neasayî ya kurdên Iraqê li Mehabadê, ku tê gotin ji bo karên qaçaxçîtiya çekan ji Iraqê hatine; êrîşa propagandaya Sovyetê ya bo piştgirîkirina kurdan; êrîşa tûnd a Sovyetê dijî Îranê; û hwd.
Şîrove: Ev çalakî û yên ku pêwendiya wan bi wan re heye, wekî despêkek muhtemel bo pêngava bê ya Sovyetê têne dîtin bi mebesta xurtkirina pêgeha xwe li Rojhilata Navîn. Bi taybetî, dibe ku Sovyet rê xweş bike bo avakirina kadroyeke kurdên ser bi Sovyetê li bakurê rojhilatê Iraqê û bakurê Îranê, wekî pêngaveke destpêkê bo damezrandina «Komara Kurdistanê». Ev qeware, eger bê damezrandin, bêguman dê bê bikaranîn bo hêsankirina rêya gihîştina bi Iraqê, bi vî rengî Sovyet dê bigihîje amrazekî rasterast bo destbiserdagirtin û kontrolkirina welatekî ku tê pêşbînîkirin bibe dewletekî serbixwe.
Pirsa «Kurdistanê» di cih de çend pirsên girîng derdixe holê derbarê dema encamdana karên Sovyetê bo kontrolkirina Iraqê. Kontrolkirina zû ya pira bejayî ya Îranê ji aliyê Sovyetê ve karekî guncaw xuya nake. Herçend kontrolkirina Iraqê îhtimaleke vekirî be jî, lê encamdana her karekî yekalîker berî ku encamên civînên lûtkeyî (Summit) ronî bibin, ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ve nayê pesendkirin, ew jî bi sê sedeman:
(1) Her karek li navçeyekê ku berjewendiyên bilind ên Brîtanyayê lê hene, dibe ku helwesta Rojava tûndtir bike, eger nebe sedema wê ku Brîtanya dest bi karekî leşkerî bike.
(2) Kardana tûnd a Tirkiye, Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li pey xwe tîne.
(3) Alîkariya hemleya dij-komunîst a Nasir[Misir] dike, ku dibe ku encamên wê di nava xweya Iraqê de jî hebin.
Yek ji rêyên Sovyetê ew e ku gefa li ser Iraqê wekî kartêk bikar bîne dijî Brîtanyayê di civînên lûtkeyî de, di heman demê de pêngavên yekalîker bo demekî din bihêle wekî parastinekê li hember îhtimala têkçûna lûtkeyê; di vê navberê de berdewamiyê bide rêxistinkirina kurdan, ligel zextên din bo ser Tehranê, heta ku bikaribe kontrola wê pira bejayî bi dest bixe, yan ji wê baştir, rejîmeke nû û «guhdar-tir» li Îranê bîne ser kar ku garantiyên pêwîst derbarê wê pira bejayî de bide.
Pêşniyar: Pêwîst e bi lez hewldaneke çir a hevbeş di navbera dezgehan de bê kirin bo diyarkirina çavkanî, qebare û leza xurtbûna pêgeha kurdan li navçeyên bakurê Iraqê û Îranê; herwiha dîtina kardanên li Tehranê, bi taybetî ji aliyê artêş û siyasetmedaran ve; helwesta Tirkiyê; aliyên kurdî, serkirde û hwd.