”Bêdengiya xwezaparastvanên Tirkiyê durûtî ye”

”Ev hefteyek e Muduriyeta Daristanê ya wîlayetê bi hinceta “ewlekarî”yê mudaxeleya şewata daristanan nake”.

Ji ber bomberarana dewletê li mezrayên Korekan û Ambar ku girêdayê gundê Kararkoça ku li ser navenda Dêrsimê ye û di heman demê de di encama bombekirina helîkopteran de li gundê Dereboyu ku li ser qezaya Pilemorê ye agir bi daristanan ketiye. Nuha şewata daristanan şeş deverên cuda belav bûye.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê li ser şewata daristanan beyanek da. PAK di beyana xwe de weha dibêje:

”Ev hefteyek e Muduriyeta Daristanê ya wîlayetê bi hinceta “ewlekarî”yê mudaxeleya şewata daristanan nake. Şewat bi tesîra ba gelek hektar daristan daye ber xwe.

Herêmên şewatê ku wasiteyên tefandina agir naçin, hêza gundî û xelkê xwebexş ku ji herêmên din tên, têrî tefandina agir nake.

Em wek PAK vê şewata ku li Dêrsimê ji aliyê Hêzên Leşkerî yê Tirkiyê hatiye derxistin, em wek qetlîama xwezayê dibînin û protesto dikin. Bêdengiya medya û xwezaparastvanên Tirkiyê jî pir vekirî durûtî ye. Em bangî rayagiştî ya Tirkiyê, Kurdistanê û cîhanê dikin ku di vê mijarê de hişyar be û dengê xwe bilind bike. Ji bo tefandina şewatê em bangî dewleta Tirk dikin ku derhal gavan bavêje”

 

Siyaset Haberleri

Bi dehan malbatên Kurd di bin agirê şer de ne: Hawara Kurdên li Libnanê
Nêçîrvan Barzanî: Amerîkayiyan ji me re qala guhertina rejîma Îranê nekiriye
Tevî agirbestê jî êrişên li Herêma Kurdistanê didomin: Bîlanço giran dibe
Koşka Spî: Şerê Îranê ber bi dawiyê ve diçe
Kurdên Amûdê û Girkê Legê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketin kolanan