Bazara Qeyserî ya Kifrîyê tê nûjen kirin

Rêveberîya giştî ya şaredarîya Germîyanê ragehand, bazara qeyserî ya Kifrîyê ku herifîye dê bê nûjen kirin.

Dilêr Ebdulrehman

Rêveberîya giştî ya şaredarîya Germîyanê ragehand, bazara qeyserî ya Kifrîyê ku herifîye dê bê nûjen kirin.

Rêveberê giştî yê şaredarîya Germîyanê Berzan Kerîm ji BasNewsê re ragehand: ‘’Duh 10.12.2019ê li gel cîgirê rêveberîya giştî ya şaredarîya Germîyanê û serokê şaredarîya Kifrî bi armanca çareser kirina pirsgirêkên bajarê Kifrîyê û qeyserîya kevin bi taybet serdana wezîrê şaredarîyê û geştûguzar a hikûmeta herêma Kurdistanê Sasan Ewnî kir.’’

Herwaha got: ‘’Wezîrê şaredarîyê û geştûguzarê em erkdar kirin ku di demekî herî zûde lijneyek taybet bê ava kirin, bo nûjen kirina bazara qeyserî û soz da bo hemû alîkarîyekî û piştevanîyê bo çareser kirina wan pirsgirêkan.’’

Roja 08.12.2019ê ji ber barîna barana zêde beşek piranîya derîyê Bexdadî yê bazara qeyserî ya kevin a Kifrîyê hilweşîya.

Bazara qeyserîya Kifrî yek ji qeyserîyên herî mezin û giring ê başûrê Kurdistanê ye. dîroka wê heta bo sedsala 19.mîn diçe, hejmarek mezin a dukanan hebûye û herwaha gelek xan ên ‘’Xan a xelûz, Xan a Mela Ebas a bi navê Xan a Genim tê nasîn û Xan a Muhsin Axa û hwd’’

Çavkanî: Basnews

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!