Bayram Bozyel Encama Kuştina Silêmanî Şîrove Dike

"Kuştina Silêmanî dikare rewşa sîyasetê li Îraqê aloztir bike û dikare ku Amerika xwe zêdetir nêzî Kurdan bike. Divê Kurd di vê meselê de pir hessas tebigerin" got Bozyel.

Navenda Nûçeyan- Generalê Îranî Qasim Silêmanî yê Hêza Qudus ya Pasdaran roja Înê li paytexta îraqê Bexdayê hat kuştin. Bi kuştina wî tansîyona heremê nakeve. Gefên tolhildanê ji îranê dewam dikin. Herwiha serokê Amerîka Donald Trump jî li ser twitera xwe bersivan dide.

Gelo ev kuştin dikare bibe sedema şerekî nû yê cîhanê? Gelo bandora vê bûyerê li ser Kurdan wê çawa be û divê helwesta Kurdan çi be?
 

Sîyasetvanê Kurd Bayram Bozyel jibo Dengê Amerîka bersiva van pirsan dide.

Birêz Bozyel rola Silêmanî ya li ser prosa referanduma serxwebûnê ya Kurdîstanê bibîr dixe.

"Kuştina Silêmanî dikare rewşa sîyasetê li Îraqê aloztir bike û dikare ku Amerika xwe zêdetir nêzî Kurdan bike. Divê Kurd di vê meselê de pir hessas tebigerin" got Bozyel.

Hun dikarin nîrxandina berfireh ya Bayram Bozyel li ser fayla deng gohdar bikin

Dengê Amerîka

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin