Bavê bîra netewî ya kurdayetîyê Şerefxan e

Lêkolîner, rewşenbîr Murad Ciwan li ser ”Çavkaniyên bîra netewî ya Kurdan” li Stockholmê semînerek da: ”Bavê bîra netewî ya Kurdan Şerefxanê Bedlîsîye, alhilgirê wê jî Ahmedê Xanî” ye.

PAK-Swêdê 1-12-2019 Stockholmê li Kitêbxana Kurdî semînerek li dar xist. Semîner ji alîyê lêkolîner, ronakbîr Murad Ciwan ve hat dayîn, moderatoriya semînerê jî Salim Çeliker kir. Mijara semînerê "Çavkanîyên bîra netewî ya kurdan" bû. Ev semîner a sêyem a rêze-semînerên ku PAK-Swêd amade dike.

Berîya semîner dest pê bike Seroka Komîteya Rêvebir a PAK-Swêdê Seval Mert xêrhatina mêvanan kir. Semînerê bi rêzgirtina ji bo cangoriyê Kurdistanê, dest pê kir.

Murad Ciwan bi hûrgilî behsa bîra netewaya Kurdistanê kir. Di axaftina xwe da got ku heta nuha herkes bîra netewî bi Ahmedê Xanê dest pê dike. Bi ya min bavê bîra netewî ya Kurdan bi Şerefxanê mîrê Bedlîsê dest pê dike. Şerefxan di şahesera xwe ya Şerefnameyê de xarîteya welatê Kurdistanê tarîf dike, statuyek dide Kurdbûyinê û bi wê faxir dibe. Ahmedê Xanî jî wek alhilgirê Kurdayetîyê bi nav dike.

Bîrewer Mûrad Ciwan di axaftina xwe de îddîa dike Ahmedê Xanî di Mem û Zînê de bernameya partiyeke siyasî ya Kurdistanî bar kiriye. Rewşa kurda, armanc, rê û şeklê xebatê û armanca dewletbûnê û yekîtiyê di nav rêzên Mem û Zînê de mirov bi aşkere dibîne.

Piştî navberdayînê beşdarên semînerê firsenda nerînên xwe bibêjin û pirsên xwe bikin, dîtin.

Rûpela Nû-Stockholm

Kurdîstan Haberleri

Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in