BATMAN/ Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Gultepeyê belavok belav kirin

Namzetê Serbixwe yê Batmanê li gereka Gultepe û li Parka Batmanê belavok belav kirin.

Namzetê serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Êlihê (Batman) Feyyaz Ekmen, îro (18.03.2019) li bazara heftane ya gereka Gultepeyê û li Parka Batmanê  li gel Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasım Ergün, rêvebir û endamên PAKê û hinek sîyasetmedarên Kurd, belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat li xelkê belav kirin.

Feyyaz Ekmen di derbarê armancên Tifaqa Welatperwer û Demokrat  bi gel re axivî.

Gelê Batmanê  pêşewazîyeke germ nîşanî Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist