BATMAN/ Tifaqa Welatperwer û Demokrat, li bazara Kulturê belavok belav kirin

Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Batmanê li bazara heftane ya gereka Kulturê belavok belav kirin.

Namzetê serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Êlihê (Batman) Feyyaz Ekmen , îro (16.03.2019) li bazara heftane ya gereka Kultur ê li gel Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergün, endamê KBN a PAKê Orhan Kaya, Serokê Teşkîlata Batmanê ya PAKê Aziz Özdemir, endamên Komîsyona Hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat a Batmanê û rêvebir û endamên PAKê û hinek sîyasetmedarên Kurd , belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat li esnafên bazarê û li xelkê belav kirin.

Gel û esnafên Batmanê pêşewazîyeke germ nîşanî Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist