Başûrê Kurdistanê: 12 nexweşên koronayê mirin

Di 24 demjimêrên bihorî de, 326 kesên din li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketin û 12 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tendirûstîya Herêma Kurdistanê ragihnad, di 24 seetan de, li parêzgha Silêmanîyê 206 kesên din, li îdareya Germîyanê 39 kes, li parêzgeha Helebce 12 kes, li parêzgeha Hewlêrê 63 kes û li parêzgeha Duhokê 6 kesên din tûşî Koronayê bûne.

Li gor amarên wezaretê, bi giştî di 24 saetan de li Herêma Kurdistanê 326 kes tûşî Koronayê bûne.

Herwiha di 24 demjimêrên derbasbûyî de 12 kesan canê xwe ji dest dane, ku 10 kes li Silêmanîyê, yek li Hewlêrê û yek jî li Germîyanê ne.

Hejmara giştî ya tûşbûyan li Herêma Kurdistanê gihîşte 3 hezar û 865 kesan, ku 2 hezar û 705 kes li parêzgeha Silêmanîyê, 916 kes li parêzgeha Hewlêrê, 151 kes li parêzgeha Duhokê û 93 kes jî li parêzgeha Helebceyê ne.

Herwiha ji destpêka meha Adara 2020an ve heta îro Yekşemê 21ê Hezîranê, 15 hezar û 469 kes li seranserê Herêma Kurdistanê hatine kerentînekirin û ji bo 117 hezar û 446 kes jî pişkinîn hatine kirin.

 

Siyaset Haberleri

Parêzgehên Bedlîs, Qers, Dêrsim, Hakkarî, Mûş, Adana, Sêrt û Batmanê jî çalakiyan qedexe kirin
Azerbaycan û Ermenistanê protokola Sovyetê îmze kir: Xeta sînor hate danîn
Biryarên Doza Kobaniyê hatin ragihandin: Li Siyasetmedaran ceza hat birîn
Cezayê Demîrtaş diyar bû
Doza Kobaniyê dest pêkir