Başak Demirtaş hin nakokiyên di nav HDPê de aşkere kirin             

.

Di nav kadro û birêvebirên Partiya Çepên Kesk YSP û Partiya Demokratîka Gelan HDP de di derbarê encama têkçûyî ya helbijartinan gelekî gotûbêj hene. Ne razîbûna dengdêran ji şaşî û kêmasîyan gelek bilind bûye.
 
Hevjîna Selahattin Demirtaş, Birêz Başak Demirtaş jî behsa hin nihênîyên di derbarê nakokiyên di nav HDPê de aşkere kirin.

YSP û HDP ji ber detnîşannekirina berbijêrekî bo posta Serokkomariyê û hevpeymaniya li gel çend partiyên çep ên Tirkiyê di hilbijartinên vê carê de, rastî gelek rexneyan hatine.

Başak Demirtaş, Hevjîna hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş ku ev 6 sal û nîve di girtîgehê de ye û di 31ê Gulanê de ragihand ku dest ji siyaseta çalak berdide dibêje; “Selahattin Demirtaş sê caran daxwaz kir bibe berbijêrê Serokkomariyê, lê bersiva wî nedan. Li ser berbijêrbûnê yek gotin jî ji Selahattin re negotin. Bitenê, ji Selahattin re gotin difikirin jineke Tirk bikin berbijêr. Li beramberî wê yekê jî Selhattin pêşniyar kir bila birêz Gultan Kişanak bibe berbijêr.”

Li gor hilbijartinên sala 2018ê hejmara kursiyên wê ji 67 kursiyan daket 58 kursiyan.

Rûpela Nû/Diyarbekir

Siyaset Haberleri

Dijîterora Kurdistanê: Êrişî ofîsa taybet a Serokwezîr hat kirin
Ji Serok Barzanî peyama 80emîn salvegera PDKê: Erkê sereke yê PDKê xizmeta gelê Kurdistanê ye
Axios: Amerîkayê bi rêya Nêçîrvan Barzanî bi Supaya Pasdaran re gotûbêj kiriye
CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê