Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê pêşhatên herî dawî gotûbêj kirin

Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê li bajarokê Pîrmamê civiyan û derbarê şerê li dijî DAIŞê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de aşkere kiriye, ku duh roja Duşemê 12ê Tebaxa 2019an, serok Mesûd Barzanî li bajarokê Pîrmamê yê ser bi Hewlêrê ve pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê, Necah Hesen el Şemerî kiriye.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, serok Barzanî û Necah Hesen el Şemerî di vê civînê de nêrînên xwe derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de anîne ziman.

 

Herwiha di civînê de, herdu aliyan şerê li dijî DAIŞê û pêşhat û guhertinên li navçeyê jî nirxandin û gotûbêj li ser wan mijaran kirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist