Barzanî: ”Qedera kurdan, mesîhiyan û gelên din yên Kurdistanê yek e”

Barzanî: ”Qedera kurdan, mesîhiyan û gelên din yên Kurdistanê yek e”

Di 7ê de Hezîranê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Patrîkê Antakya û Suryaniyên Rojhilata Navîn û cîhanê, Mar Êgnatiyos kir.

Di hevdîtinê de Mar Êgnatiyos ji ber hewldana Barzanî ya ji bo parastina mesîhiyan sipas kir û bi gotina wî yaku gotibû  “nabe mesîhî welatê xwe biterikînin” kêfxweş bûye.

Her wiha  wî behsa aştî û pêkvejiyanê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn kir û got,” ew dixwazin paşeroja mesîhiyan geş bibe û mafên wan bihên misogerkirin  da ku ew terka welatê xwe nekin. ”

Serokê herêma Kurdistanê Barzanî jî behsa êriş û tehdîdên DAIŞê li ser nirxên mirovahiyê kir û got, ”DAIŞ tenê li dijî pêkhateyeke olî yan jî etnîkî nîne ew li dijî tevahiya mirovahiyê ye.”
Barzanî her wiha anî ziman ku qedera kurdan, mesîhiyan û gelên din ên Kurdistanê yek e û divê bi hev re bijîn û ti kes hizra terikandina zêda xwe neke. 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist