Baroya Diyarbekirê ji ber heqareta li Şêx Seîd û gefxwarina Kurdan doz li wan vekir

.

Baroya Diyarbekirê ji ber heqaret li Kurdan û Şêx Seîd kiribûn, doz li Serokê IYI Partiyê Musavat Dervişoglu û nivîskarê Tirk Nedîm Şener vekir.

Nedîm Şener, 4ê Mijdarê di bernameyeke televizyonê de heqaretên tund li rêberê Kurd Şêx Seîd kiribûn ku di sala 1925an de digel hevrêyên xwe hatibûn îdamkirin. Herwiha Dervişoglu jî 6ê Mijdarê di axaftina xwe ya parlamenê de gotinên tund li dijî Şêx Seîd bikar anîbûn û gotibû, yên li hember Tirkiyê serî hildin wê aqubeta wan weke ya wî be.

Baroya Diyarbekirê, îro 8ê Mijdarê doz li wan herdu kesan vekir û doznameyê de hate gotin, hem bi anîna rojevê ya Şêx Seîd ku 99 sal berê hatiye îdamkirin bêrêzî lê tê kirin û hem jî gef li Kurdan tê xwarin ku kîndarî û neyartî li Kurdan tê kirin.

Baroya Diyarbekirê diyar kir, ji ber van heqaretên ku hem gef li Kurdan têne xwarin hem jî bêrêzî li şexsiyeta Şêx Seîd te kirin, wan bi hinceta “heqerata li bîranîna şexsî û tehrîkrin, biçûkxistin, kîndarî û neyartiyê’ daxwaza cezakirina wan herdu kesan li serdozgeriyê kiriye.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist