Baroya Amedê: Delîlên kuştina Tahir Elçî hatine reşkirin

Li gor îdîayên Baroya Amedê delîlên kuştina Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî li ser ‎sîstema elektronîk a UYAPê ya darazê hatine rakirin. Ji ber vê yekê jî dozger û dadger nikarin ‎xwe bigihînin van delîlan.‎

Li gor îdîayên Baroya Amedê delîlên kuştina Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî li ser ‎sîstema elektronîk a UYAPê ya darazê hatine rakirin. Ji ber vê yekê jî dozger û dadger nikarin ‎xwe bigihînin van delîlan.‎

Baroya Amedê derbarê dosyeya Tahir Elçî de radigihîne ku delîl û belgeyên kuştina Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî li ‎ser ‎sîstema elektronîk a UYAPê ya darazê hatine rakirin. Ji ber wê yekê dozger û dadger nikarin ‎xwe ‎bigihînin van delîlan.‎

Ligel vê yekê malbat û aktîvîstên mafên mirov tekez dikin ku derbarê kuştina Tahir Elçi de ti ‎lêpirsîneke cidî nehatiye kirin, niha jî delîlên ku dê bûyerê zelal bikin ji holê hatine rakirin, ji ‎ber vê yekê guman zêde dibin û Baroya Amedê jî daxwaza lêkolînên cidî dike.‎

Hiqûqnas û Parêzer û Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçi, 28ê Mijdara 2015an li ber ‎Minareya Çar Ling a li Sûra Amedê hatibû kuştin. Lê heta niha dosya kuştina Elçî di tariyê de ‎maye û nehatiye zelal kirin.‎

Hiqûqnas û Parêzer ‎Tahir Elçi, sala 1966ê li Cizîra Şirnexê ji dayîk bûye. Sala ‎1991ê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê qedand‎. Ji sala 1992ê ve li Amedê dest bi parêzeriyê kir. Di salên ‎1998-2006 li Baroya Amedê wek berpirs kar kir. ‎2012ê weke serokê Baroya Amedê hat hilbijartin. ‎2014ê dîsan wek serokê baroyê hat hilbijartin. Di warê mafên mirov û hiqûqê de gelek xelat wergirtine.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist