Baregeha Barzanî 'bêrêziya' li hemberî Mîr Hazim Tehsîn Beg şermezar kir

.

Baregeha Barzanî "bêrêziya" li hemberî Mîrê Kurdên Êzidî yên cîhanê û Serokê Civata Ruhanî ya Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg şermezar dike.

Ofîs Serok Mesûd Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, "Em bi tundî wê bêrêziyê şermezar dikin ku li Berlînê ji aliyê kesekî nezan ê Êzidî ve li hemberî Rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzidiyên Kurdistan û cîhanê û Serokê Civata Ruhanî ya Êzidiyan hatiye kirin."

Baregeha Barzanî da zanîn ku ev cure reftar armanceke "xerabkariyê" li pişt wan heye û "nayên qebûlkirin."

Di daxuyaniyê de, Baregeha Barzanî piştgiriya xwe ji bo Mîr Hazim Tehsîn Beg ducare kir û ragihand:

"Em her wiha hemû hewlên ji bo çêkirina dubendiyê di nav Êzidiyan de û sivkayetîkirina li pîroziyên wan red dikin."

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist