Banka Cîhanî: Siûdî û Qeterê deynên Sûriyeyê dan me 3 demjimêr berê

.

Banka Cîhanî ragihand, "Ew deynên li ser Sûriyeyê bûn hatin dayîn û em dikarin ji niha û pê ve deynên nû bidin wî welatî."

Deynên Banka Cîhanî yên li Sûriyeyê nêzîkî 15,5 milyon dolarî bûn.

Banka Cîhanî ragihand ku Erebistana Siûdî û Qeterê li şûna Sûriyeyê hemû deynên Şamê dane wan.

Yekîtiya Bipêşketinê ya Navneteweyî (IDA) ya girêdayî Banka Cîhanî eşkere kir ku ji 12ê Gulana 2025an ve ew qerzên ku li Sûriyeyê ne û nêzîkî 15,5 milyon dolarî bûn hatine dayîn.

Yekîtiya Bipêşketinê ya Navneteweyî daxuyand ku pere ji aliyê Erebistana Siûdî û Qeterê ve hatine dayîn.

Li gorî daxuyaniyê, Sûriye di encama vê gavê de ji niha û pê ve dikare daxwaza deyn û alîkariyê ji Banka Cîhanî bike lê bi mercê ku pêbendî siyasetên saziya darayî ya navneteweyî be.

Her wiha hat destnîşankirin ku ji 12ê Gulanê 2025an ve ti deynên IDAyê li Sûriyeyê nemane.

Yekîtiya Bipêşketinê ya Navneteweyî (IDA) sindoqeke girêdayî Banka Cîhanî ye.

IDA ji bo alîkariyê deynên bêfaîz yan jî kêmfaîz dide welatên kêmdahat.

Siyaset Haberleri

Baroyên Bakurê Kurdistanê li ser Rojîn Kabaîşê daxuyaniyeke hevpar da
Hemas: Em çekan danaynin û ewlehiya Xezeyê dê di destê me de be
Dadgeha Îranî ya Kermanşahê 20 sal ceza da çalakvanên dînî
Fûara Pirtûkan ya 9em ya Diyarbekirê destpêkir
Ji dema ketina rêjîma Esed ve 41 goristanên bikomî hatine dîtin