Balyozxaneya Amerîkayê: Metirsîya gûrbûna şer li Lîbya heye

Balyozxaneya Amerîka ya li Trablus ya Lîbya bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku li wî welatî hazirîya operasyonên mezin tê kirin.

Navenda Nûçeyan- Di daxuyanîyê de hat gotin ku jêderên saxlem didin zanîn ku alîyên şerker yên li Lîbya hazirîya cengê dikin û ew amadekarî fikaran.

Herwiha di daxuyanîyê da hatîye gotin: “Em bang li hemî alîyên şer û piştevanên wan yên li derve dikin ku li ser gavên rîskan çêdikin rind bifikirin’’ Balyozxaneya Amerîka ya li Trablusê ji alîyên şerker xwest pitşgirîyê bidin dîyaloga ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bo agirbesta Lîbya.”

Şerê navxweyî ya Lîbya di sala 2011an de destpê kirîye û hewildanên lihevkirin û aştîyê hîn tam bi ser neketine.

Rojavayê Lîbya di bin kontrola hikûmeta Fayez El Sarac de ye û li rojhilata wî welatî jî hêzên General Xelîfe Hafter çalak in.

Welatên Kendava Erebî û Ewropa piştevanîya General Xelîfe Hafter û Tirkîye jî piştevanîya hikûmeta Fayez El Sarac dike.

 

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da