Balyozê Brîtanya piştgirî da Kurdistanê

Mesûd Barzanî îro li Selaheddînê pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê Iraqê John Wilkes û şanda ligel wî kir.

Mesûd Barzanî îro li Selaheddînê pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê Iraqê John Wilkes û şanda ligel wî kir.
Di hevdîtinê de ku Konsûlê Giştî yê nû yê Brîtanya li Hewlêrê James Thornton jî amade bû, Balyozê Brîtanya xweşhaliya xwe bi wê guhertinên erênî ragihand, di pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û herwiha pêşveçûna peywendî û danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de rû daye û wekî hêviyekê da zanîn.


Balyozê Brîtanya palpiştiya welatê xwe jî ji bo hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê dubare  kir û bal kişand ser daxwaza Brîtanya ya li pêşxistina peywendiyên ligel Herêma Kurdistan û Iraqê.
Serok Barzanî peywendî û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya bi girîng binav kir û hêvî xwest ew peywendî berev pêşve biçin û hêviya serkeftinê jî li erk û karê nû yê Konsûlê Giştî yê nû yê Brîtanya li Hewlêrê xwest.

Rewşa siyasî û guhertinên li ser asta herêmî û navdewletî û her wiha guftûgokirina gefên terorîstên DAIŞê û metirsiyên dubare derketina wan, mijareke dinê vê civînê bûn.

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?