Balyozê Amerîka: Herêma Kurdistanê jî beşdarî danûstandinên stratejîk yên Amerîka û Iraqê dibe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Amerîka li Iraqê kir.

Navenda Nûçeyan - Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li balyozê Amerîka li Bexdayê, Matthew Tueller kir.

Di civînê de, ku konsolê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagen jî amade bû, rewşa Iraqê û Rojhilata Navîn û pêwendîyên Herêma Kurdistanê û Amerîka hatin axaftin.

Balyozê Amerîka behsa girîngîya danûstandinên stratejîk yên navbera Amerîka û Iraqê kir û ragihand, Herêma Kurdistanê jî beşdarî wan danûstandinan dibe.

 Wî dîplomatê Amerîkî her wiha got, çi ji destê me were emê alîkarîya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin bi taybet bo derbaskirina kirîza aborî, ya ku ji ber belavbûna vîrusa Koronayê pêsîra welat girtîye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî têkestî li ser girîngîya beşdarbûna Herêma Kurdistanê di danûstandinên stratejîk yên Amerîka û Iraqê de kir, bi rengekî ku encamên wan danûstandinan bi sûda hemû gelên Iraqê be.

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe