Balefirên şer ên Tirkîyê zînîya Wertê û binarê Qendîlê bombebaran kirin

Balefirên şer ên Tirkîyê derengê şeva borî çend binke û baregehên PKKê li nêzîkî Zînîya Wertê û binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Navenda Nûçeyan - Rêvebirê Nahîya Wertê Muslîh Balekî ji K24ê re ragihand, şeva borî balefirên şer ên Tirkîyê navçeya Heseder a nêzîkî Zînîya Wertê û li Kozîne li binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Amaje bi wê yekê jî kir, heta niha ti zanyarî derbarê zîyanên canî yên PKKê nehatine zanîn.

Heman demê de jî balefirên Tirkîyê baregehên PKKê li sînorê navçeya Sîdekanê jî bombebaran kirin.

Rêvebirê Nahîya Sîdekan Îhsan Çelebî ji K24ê re ragihand, balefirên şer ên Tirkîyê binke û baregehên PKKê li derdora gundê Bîrkimê bombebaran kirin.

Herwaha got, ji ber hebûna gerîlayên PKKê û bombebarana Tirkîyê, xelkê gund Bîrkim ji gundê xwe derketine û çûne cihekî ewletir.

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin