Balefirên artêşa Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran kirin!

Hejmarek balefirên şer ên artêşa Tirkiyê çîyayê Qereçox a nizîk kampa Mexmûrê bombebaran kirin.


Hejmarek balefirên şer ên artêşa Tirkiyê çîyayê Qereçox a nizîk kampa Mexmûrê bombebaran kirin.
Rûniştvanên kampa Mexmûrê ji K24ê re ragehandin, demjimêr 12:13 piştî nîve şeva borî, hejmareke balefirên şer ên Tirkiyê çîyayê Qereçox bombebaran kirine.


Li gor K24ê: Heya niha jî zîyanên canî û malî yên wê burdûmanê nehatîne zanîn û xelkê kampê, piştî bombebaranê çûne çîyayê Qereçoxê bo zanîna encamên bombebaranê.
Lê ji aliyê din ve li gor ajansên nêzîkî PKKê radigehînin, çend hemwelatiyek birîndar bûne, lê ti ziyanên giyanî çênebûne.


Mexmûr dikeve başûrê rojavayê Hewlêrê, li binarên çîyayê Qereçox, kempeke penaberên alîgirên PKKê heye ku ji salên 90an ve ji bakura Kurdistanê ve ber bi Herêma Kurdistanê  hatîne.  Li ser çîyayê Qereçox jî çend xalên gerîla yên PKKê hene û Tirkiye car car wan xalan û kampê dike armancên bombebarana balefirên xwe.
 

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?