Balafirên Tirkiyê derdora navçeya Mawet a Silêmaniyê bomberan kir

.

Balafirên şer ên Tirkiyê îro Înê çend deverên li sînorê navçeya Mawet a li bakurê Silêmaniyê bomberan kirin.

Qaymeqamê Navçeya Mawet Kameran Hesen li ser vê mijarê ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyê îro înê 15ê Cotmeha 2021ê di demjimêr 10:40î de derdora gundê Kiwêrekan ê li sînorê navçeya Mawet bombebaran kir.

Kameran Hesen got ku gundê hatiye bombebarankirin, 5 kîlometre ji gundê Gelale yê navçeya Mawet dûr e.

Herwiha hat diyarkirin ku xelkê gundê Gelale û deverên derdora wê bi silamet in.

Îro înê berî nîvro jî balafirên Tirkiyê bi tundî çiyayên Asos û Sefre bi hinceta hebûna binkeyên PKKê li wê deverê bombebaran kir.

Bi taybet îsal piştî şerê PKKê û Tirkiyê gelek deverên sînorî çol bûne û bi sedan gund hatine valakirin ku xizmeta şaristanî nagihe wan gundan.

K24

Kurdistan Haberleri

Jiyan Omer: Heta sîstemeke nenavendî neyê avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin
Dana Gas û Crescent Petroleumê 2 milyon dolar dan mexdûrên lehiya Çemçemalê
Erdogan: Pêvajoya Aştiyê bi lez pêşve diçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Ewropayê nexşerêyekê bo pêşvebirina mafên mirovan amade dikin
Barrack: Heta DAÎS bi temamî têk biçe hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin