Bakurê Kurdistanê tîrmeha herî germ a 53 salan derbas kir: Rekor li Cizîrê ye

.

 Tirkiye û Bakurê Kurdistan îsal tîrmeha herî germ a 53 salên dawî derbas kir.

Germa herî zêde bi 45,9 pileyan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat tomarkirin.

Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê yê Tirkiyeyê Murat Kurum li ser hesabê xwe yê medyaya civakî amarên derbarê germa tîrmeha îsal de belav kirin.

Kurum ragihand ku li gorî amarên Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îsal Tîrmeha herî germ a 53 salên dawî derbas kirine.

Bi gotina Murat Kurum, di tîrmehê de germa herî zêde bi 45,9 pile li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê û germa herî kêm jî bi 5,2 pileyan li Erziromê hatiye tomarkirin.

Li aliyê din, Kurum ragihand ku dê pileya germê ji duşema bê û pê ve li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistan zêdetir bibe.

Herwiha Kurum ji welatiyan xwest ku tedbîrên pêwîst wergirin.

Kurdistan Haberleri

Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin
Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi kar kir
Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me
TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir