BAJAR wê li Stenbolê konserekê bide

.

Koma muzîka folk-rockê ya kurdî û tirkî BAJAR wê li Stenbolê konserekê bide. Kom wê di dema konserê de stranên xwe yên 4 albûm û 7 single-ên xwe bistirê.

Koma muzîka folk-rockê ya kurdî û tirkî BAJAR wê li Stenbolê konserekê bide. 

Konsera Bajar wê 23yê Kanûna Paşiyê roja Yekşemê li Taksîmê, li Arsen Lupenê  pêk were. Konsera BAJAR wê bi organîzasyona Chalak Eventsê li dar bikeve û saet 20.00ê destpê bike. Rapbêj Reqso wê bibe mêvanê vê konsera ku piştî demeke dirêj BAJAR wê careke din li Beyoglûyê bide. 

Kom wê di dema konserê de stranên xwe yên 4 albûm û 7 single-ên xwe bistirê. 

Her wiha Chalak Eventsê kampanyaya bilêtên dîyarî ji bo xwendekaran daye dest pê kirin û ji ber vê kampanyayê wê 15 bilêtan ji bo xwendekaran wekî dîyarî bide. 

Derbarê BAJAR de

BAJAR di sala 2009an de dest bi kar kir û weke projeyeke Civata Hunerê ya Pêşanî ya

Bogaziçiyê hate ava kirin. Ew stranên folk-rock ên kurmancî, zazakî û tirkî distrên. Slogana koma BAJARê “Ava Feratê tevlî Marmarayê bû” ye.

Komê heta niha 4 albûm û 7 single derxistine. Li gel van yekan, BAJAR ji bo gelek fîlman muzîk çêkirine û xelatên muzîka fîlman wergirtine. Strana Michael Jacksonî ya bi navê “They Don’t Care About Us” bi navê “Em Ne Xema Wan in” wergerandiye kurdî û strandiye, strana Leonard Cohen ya bi navê “Everybody Knows“ jî wekî “Herkes Biliyor (Her kes Dizane)” wergerandiye û strandiye.

Koma BAJARê ji çar kesan pêk tê, solîstê komê Vedat Yildirim e ku ji Kardeş Türkülerê tê nasîn, Cansun Küçüktürk li elektro gitarê dide, Halil Arslan li klavyeyê û Ethem Saran jî li daholê dide

Bîanet

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin