Bahçelî bi destê parlamenterên DEM Partiyê girt: 'Em dikevin serdemeke nû'

.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li Parlamentoya Tirkiyeyê serdana rêzên DEM Partiyê kir û bi destê hevserok û parlamenterên DEM Partiyê girt.

28emîn Heyama Parlamentoya Tirkiyeyê îro bi serokatoya Serokê Parlamentoya Numan Kurtulmuş dest pê kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî beşdarî destpêkirina heyama nû ya parlamentoyê bû û gotarek pêşkêş kir.

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî ku bi berdewamî di gotarên xwe de gefan li DEM Partiyê û parlamenterên wê dixwe û wan wekî "dûvelankên terorê" bi nav dike, dema ku ji Komcivîna Giştî ya Parlamentoyê bi dawî hat, çû serdana rêzên DEM Partiyê.

Bahçelî destê xwe da Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û silav li wî kir.

Devlet Bahçelî ji bilî Bakirhan, destê xwe dirêjî Serokwekîlê Grûpa DEM Partiyê Sezaî Temelî, Parlamentera Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê Agirî Sirri Sakik.

Ev helwesta Devlet Bahçelî bû rojev.

"Divê em aştiyê li welatê xwe misoger bikin"

Bahçelî li ser pirsa rojnamegeran a derbarê mijarê de wiha bersiv da:

"Em dikevin serdemeke nû. Dema ku em li cîhanê aştiyê dixwazin, divê em aştiyê li welatê xwe misoger bikin."

Li aliyê din, Serokwekîlê Grûpa AK Partiyê Abdulhamît Gul û Parlamenterê AK Partiyê Efkan Ala jî çûn aliyê grûpa DEM Partiyê û destê xwe dan hinek parlamenterên DEM Partiyê û silav da wan.

Kurdistan Haberleri

Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin
Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in
Lêkolîn - Xizaniya herî zêde li Bakurê Kurdistanê ye