Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî bûne hevserokên YNKê

Piştî ku di peyrewa navxwe ya Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê de sîstema hevserokatîyê hatibû pesendkirin, îro Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî wek Hevserokên YNKê hatin dîyarkirin.

Navenda Nûçeyan- Peyamnêrê Rûdawê li Silêmanîyê ragihand, îro Sêşemî 11ê Sibata 2020 Encûmena Serkirdatîya YNKê bi piranîya dengan Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî wek Hevserokên YNKê dîyar kirin.

Ji bo pesendkirina peyrewa navxwe ya YNKê ku ji 77 bendan pêk tê, ew çend roj in ku civînên Encûmena Serkirdatîya YNKê berdewam in.

Di civîna xwe ya roja Şemîyê 8ê Sibatê de, Encûmena Serkirdatîya YNKê biryar dabû ku sîstema birêvebirina YNKê bibe hevserokatî.

Tevî ku piranîya endamên Encûmena Serkirdatîya YNKê bi sîstema hevserokatîyê razî ne, lê belê hin serkirdeyên wê partîyê nerazî ne, ku Mehmûd Sengawî yek ji wan e.

Mehmûd Sengawî roja Yekşemê 9ê Sibatê di daxuyanîyekê de ji Rûdawê re gotibû, sîstema hevserokatîyê ji bo YNKê û ji bo partîyekê ku di desthilatê de ye, guncaw nîne, lewma ew wê sîstemê ji bo rêvebirina partîya xwe red dike.

Sengawî ji Rûdawê re got: “Eger niha YNK di xebata çîya (çekdarî) de ba, ti pirsgirêka wê corê sîstemê nebû, lê belê ji bo partîyeke beşdar di desthilatê de, hevseroktî baş nîne.”

 

Siyaset Haberleri

Şam rê nade mazot derbasî taxên Kurdan ên Helebê bibe
Daxwaza Kurdan bû hêviya pêkhateyan: Federalî, kanton an nenavendîtî?
Silêmanî.. Pêşangeheke hunerî bo nexweşên talasîmyayê hat vekirin
Li Sineyê 14 mamoste hatin cezakirin
Daxuyaniya bi hilkefta pêkhatina Pêncemîn Plînoma Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat