Babacan: Em li dijî vegerandina sonda Tirkî ne

.

Li Tirkiyê nîqaşên li ser sonda nîjadperest ku li dibistanan dihate xwendin, didomin. 

      
Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî BabacanSerokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî BabacanTirkiye Ali Babacan Sonda Tirkî DEVA 
Navenda Nûçeyan (K24) - Li Tirkiyê nîqaşên li ser sonda nîjadperest ku li dibistanan dihate xwendin, didomin.

Serokê Giştî yê partiya DEVAyê Alî Babacan bertek nîşanî aliyên ku dixwazin sonda Tirkî vegere da û got: “Sonda li dibistanan di keş û hewayeke demokratîk de hat rakirin. Niha dixwazin Tirkiyê car din paşve bibin.”

Alî Babacan, di bernameyekê radyoyî de li ser nîqaşên biryara ser sonda li dibistanên Tirkiyê axivî û got, “sonda li dibistanan di keş û hewayekê demokratîk û pir rengî û pir dengî da hat rakirin. Min jî wê demê piştgirî dabû ku bê rakirin. Hêj jî helwesta me heman e. Lê helwesta desthilatê guheriye. Niha dixwazin Tirkiyê car din paşve bibin. Dixwazin yên ku pir in yên kêmnetewan bixin bin zor û zextê.”

Her wiha Babacan dibêje, ya girîng ew e ku zarok di asta cîhanê da li gorî hişmendiya demokrasiya pir rengî û pir dengî bê perwerdekirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist