Aynur Dogan albumeke nû belav dike

Hunermenda navdar a Bakurê Kurdistanê Aynur Dogan, di meha bihê de albumeke nû ya stranan a bi navê Hedûr belav dike.

Navenda Nûçeyan- Aynur Dogan li ser hesabên xwe yên di torên civakî de ragihandîye, ku ew dê roja 7ê Sibata 2020 albuma Hedûr bi awayê Online belav bike.

Wê hunermenda Kurd herwiha aşkere jî kirîye, ku ew dê di meha Sibatê de rêzekonsêrtan saz bike û destpkê jî dê roja 17ê vê mehê (Çile) yekemîn konsêrta xwe li bajarê Lîl ê Fransayê saz bike.

Aynur Dogan herwiha paşê roja 1ê Sibatê li bajarê Hanoverê yê Almanyayê konsêrta xwe ya duyem lidar dixe û di 28ê Sibatê de jî li Enqerê û roja 3ê Adarê jî li Riha ya Bakurê Kurdistanê konsêrteke mezin saz dike.

Hunermenda Kurd, Aynur Dogan sala 1975 li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, sala 1992 diçe Stenbolê û li wê derê muzîkê bi awayekê akademîk dixwîne, herwiha di sala 2002an de yekemîn albuma xwe ya bi navê Seyir belav dike.

Aynur herî zêde bi strana Keça Kurdan tê naskirin. Wê hunermendê, albuma Keça Kurdan di sala 2004an de belav kir û di sala 2005an de jî albumên Bahar, Miraz û Nûpel belav kir.

Hunermend Aynur, di sala 2010 de albuma Rewend û sala 2013 jî albuma Hevra, ku ji alîyê dezgeha Sony Music ve hatin berhemanîn, belav kir.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!