Avesta 30 salî ye: 900 pirtûk hatin çapkirin

.

 Weşanên Avestayê ku li Bakurê Kurdistanê yek ji weşanxaneyên Kurdî yên destpêkê yê 30 salî ye.

Weşanên Avestayê ji ser hesabê xwe yê torên civakî ragihand:

“Avesta bû 30 salî. Me bi hev re dest pê kir; nivîskar, weşanger, xwendevan, belavkar, kitêbxane…

Em tev ummî bûn, zimanê me qedexe bû. Îsal bû 30 sal, me kitêba 900î jî çap kir, heta dawiya salê hedef a 1000î ye.

Spasiyeke jidil bo xwendevanan, bo her kesê ku bû şirîkê barê me, spas ji nifşên ku heta îro em bi hev re hatin, spas ji kesên ku em dê ji vir û pê de bi hev re bimeşin. Bi serbilindî!..”

Weşanên Avestayê sala 1995an ji aliyê Abdullah Keskîn û Songul Keskînê ve hatibû damezirandin.

Weşanên Avestayê di heyama 30 salan de heta niha ji edebiyata cihanê, gelek pirtûk wergerandine Kurdî.

Avestayê her wiha bi sedan pirtûkên akademîk û belge li ser dîrok, edebiyat, şano, sînemaya Kurdan çap kirine.

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye