Atîna bersiva Enqereyê da: Navtex neqanûnî ye

Rageşîya di navbera Tirkîyê û Yewnenîstanê li Behra Sipî didome. Berî niha Tirkîymê bi keştîya Oruç Reîs Navtex îlan kiribû, Wezareta Derve ya Yewnenîstanê ev Navtex neqanûnî binav kir.

 

Rageşîya di navbera Tirkîyê û Yewnenîstanê li Behra Sipî didome. Berî niha Tirkîymê bi keştîya Oruç Reîs Navtex îlan kiribû, Wezareta Derve ya Yewnenîstanê ev Navtex neqanûnî binav kir.

Piştî Tirkîye bi keştîya Oruç Reîs ji bo lêgerînan şand girava Meîsê Yewnenîstan bertek nîşan da. Wezareta Derve ya Yewnenîstanê Navtexa Enqere ku nû belav iribû, neqanûnî binav kir.

Di daxuyanîyê de banga bidawî kirina lêgerînên sîsmîk hat kirin û pêngavên Enqereyê wek provakatîf û be qanûnî hat binav kirin. Wezareta Derve ya Yewnenîstanê got “Yewnenîstan ti şantajê qebûl nake û mafên xwe yên serwerîyê her tim wê bikar bîne.”

Rageşîya di navbera Tirkîyê û Yewnenîstanê rojen borî li ser bûyera girava Meîsê derket. Bi navberkarîya Almanyayê ev rageşî hinekî kêm bû lê piştî peymana di navbera Yewnenîstan û Misrê de ev rageşî dîsa bilind bû. Hukumeta Enqereyê herî dawî bi keştîya Oruç Reîs ya lêkolîn û lêgerînê, heta 23ê Tebaxê Navtex îlan kiribû

 

 

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest