Astana 13 bi dawî hat

Îro înê gera 13an a hevdîtinên Astanayê bi dawî hat û hat ragihandin, aliyên beşdar di vê gera danûstandinan de tekezî li ser parastina yekîtî û serweriya axa Sûriyê kirine.

Îro înê gera 13an a hevdîtinên Astanayê bi dawî hat û hat ragihandin, aliyên beşdar di vê gera danûstandinan de tekezî li ser parastina yekîtî û serweriya axa Sûriyê kirine.

 

Li Bajarê Nûr Sultan ê paytexta Kazaxistanê, îro Înê di çaçroveya gera 13an a hevdîtinên Astanayê de, duyemîn roja civîna welatên garantor taybet bi Sûriyê hat lidarxistin.

 

Di civînê de Alexander Lavrentiev, serokatiya şanda Rûsya, Elî Esxer Hacî serokatiya şanda Îranê û Sedat Onal jî serokatiya şanda Tirkiyê kir.

 

Di gera 13an a hevdîtinên Astana de, bo cara yekem nûnerên Iraq û Lubnanê weke çavdêr beşdar bûn.

 

Di gera wê carê ya hevdîtinên Astanayê de, hejmarek mijarên weke avakirina komîteya destûrê, rewşa Idlibê, pêkanîna Navçeya Aram û paşeroja Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

 

Wezareta Derve ya Kazaxistanê jî ragihandiye, hikûmet û opozisyon Sûriyê li ser komîteya destûrê gihîştine çareseriyeke navendî, lê diyar nekiriye ku ew çareseriya navendî bi çi awayî ye.

 

Wezareta Derve ya Kazaxistanê herwiha diyar kir, heta dawiya îsal dibe ku civînek an du civînên payebilind li Nûr Sultanê li gor Astanayê derbarê Sûriyê de bên lidarxistin.

 

Li gor daxuyaniya dawiyê ya gera 13an a Astanayê, aliyên beşdar tekezî li ser parastina yekîtî û serweriya axa Sûriyê kirine.

 

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku kirîza Sûriyê bi şer çareser nabe û divê aliyên kirîzê jibo çareserkirina pirsgirêkan, diyalogê bikin.

Siyaset Haberleri

Emar el Hedawî: Rêveberiya Xweser ne federalîzmê, nenavendiya îdarî dixwaze
Ferîd Sedûn: Ehmed Şer amade ye nenavendîbûnê qebûl bike
Şoriş Qadir: Em hêvî dikin geştên Swêd û Herêma Kurdistanê dîsa dest pê bikin
Hêzên Asayîşê: Hikûmeta Demkî li Helebê agirbest bin pê kir
Fuad Husên: Me bi Tirkiyeyê re li ser pirsgirêka avê û ewlehiya herêmê gotûbêjên girîng kirin